Afrinpost-Taybet
Milîsên dagirkeriya Tirkî yên Ixwan Mislimîn û xwediyên wan ji niştedagîran desteserkirina mal û milkên sivîlên Kurd li Efrînê bi darê zorê û neçariyê û bêyî ku ti astengiyên olî yan exlaqî yan jî zagonî li pêşiya wan derkevin, berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê komeke wêneyên parvekirina milîsan a mal û firoşgehên bazirganiyê bi dest xistin.
Navgîneke çapemeniyê ya bi ser opozisyona Sûrî ve, 21’ê Nîsanê ragihandibû ku milîsên Îslamî, komîteyên aborî li herêmên dagirkirî wek “Mertala Firatê”, Şaxa Zeytûnê” û “Kaniyê Aştiyê” li bakurê Sûriyê bi armanca sepandina bacan ji şêniyên herêmê her wiha desteserkirina milkên kesên tevlî QSD’ê û Rêveberiya Xweser bûbûn, ava kiribûn.
Tê zanîn ku rêjeya koçberên Efrînê digihêje 75% ji serjimariya giştî ya şêniyên herêmê yên resen, lê belê ji ber dagirkeriya Tirkî û sûcên ku milîs derheqê sivîlên Kurd de dikin, tenê heta niha 25% mane.