Hejmara qurbaniyan gihîşt 73’an û milîsên “Sultan Mûrad” hewl dide 15000$ ji xwediyên dikanên sûka gelêrî kom bike

Afrinpost-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Sultan Mûrad” bi bihaneya reformkirin û paqijkirina sûka gelêrî ji bermahiyên teqîna dawiya Nîsanê, dê ji her yekî ji wan 100$ Amerîkî bistînin.

Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku tevî xwediyên dikanên bazirganiyê piştî teqînê dikanên xwe paqij kirin, milîsên ku herêma teqînê û dorhêla navenda waliyê Tirkî kontrol dikin, ji wan daxwaza 15000$ li ser 150 dikanî dikin. Tê zanîn ku milîsan li ser xwediyên wan dikanan kirê bi qasî 8000L.S mehane dibirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku 3 termên şewitî yên nû di nava bermahiyên teqînê de hatin dîtin ku bi vê yekê hejmara qurbaniyan gihîşt 73 kuştiyan, di nava wan de şehîdên Kurd hebûn û navên wan jî ev in; Fewaz Xelîl Umer /55 salî/ ji gundê Qeretepe, Hisên Mehmûd Ebdo ji gundê Kurzêlê, Ehmed Şêx Dedo /35 salî / ji gundê Maratê û Şiblî Umer Mamo ji bûyînên 1970 ji şêniyên gundê Kurzêlê

Her wiha hejmareke termên şehîdên kurd ên wendahî jî hene wek Rêzan Cemîl Cafer 35 salî ji gundê Dargirê, Remzî Xelîl Mamo 44 salî ji gundê Suxanekê, Mistefa Hemû Cehfo, Munzir Staf ji gundê Bitîtê  û Mihemed Henîf Muslim /33 salî/

Girêdayî heman çarçoveyê, nûçegihanê Afrinpostê bal kişand ser rêxistina Parastina Sivîl a bi navê “Kumspî” û diyar kir ku tevî navenda wan ji cihê teqînê ewqas ne dûr e, lê piştî 45 deqeyan gihîşt cihê bûyerê û wiha dewam kir; xuya ye ku rêxistina “Kumspî” jî roleke wê berguman ji tevahî bûyer û şewatên ku li bajarê Efrînê pêk tên, heye.

Related posts