Dagirkeriya Tirkî hin gundên Şehba û Şera bi giranî topbaran kirin

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn topbarankirina gundên navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê bi şêweyekî dorveger bi armanca peydakirina tirsê li nava koçberên Efrînê û pêkanîna zirarên madî û mirovî berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê îroj danê sibê bi çekên giran gelek gund û bajarokên herêmên Şehbayê her wiha navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Nûçegihan diyar kir ku hêzên dagirkeriyê gundê Şewarxe, Malikiyê û Merenaz her wiha dorhêla aşê Feysel û gundê Minig, Keştear û rêya Dêr Cemal topbaran kir. Di encama topbaranê de tenê zirarên madî gihîştin mal û milkên koçberên Efrînê.

Têkildarî planên dagirkeriya Tirkî, rojnameya El-Ereb El-Londiniyê 29’ê Nîsanê raporek belav kir. Rojnameyê di rapora xwe de diyar kir ku Tirkiyê bi armanca peydakirina bihaneyekê ji dagirkirina bajarokê Til Rifetê re,  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi pêkanîna teqînan li Efrînê tawanbar dike, nexasim ku çapemeniya Tirkî êdî balê dikişîne ser Til Rifetê ku pêwîst e were kontrolkirin.

Related posts