Afrinpost-Taybet
Duh roja Şemiyê li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê, li pêşiya navendeke belavkirina alîkariyên mirovî, nakokî di navbera komeke ji niştedagîran li ser belavkirina alîkariyên mirovî derket. Ji ber nakokiyê pevçûneke çekdarî di navbera wan de rû da û di encamê de niştedagîrek hat kuştin.
Nûçegihan Afrinpostê li navçeya Cindirêsê teqez kir ku navenda xêrxwazî alîkarî li ser niştedagîran belav dikir lê belê nakokî û nelihevkirin li ser mekanîzmeya belavkirinê derket û ji ber vê yekê niştedagîran gule li hev barandin û yek ji wan birîndar bû lê belê niştedagîrê birîndar negihîşt nexweşxaneyê li ser rê, berî ku bigihêje nexweşxaneyeke bajêr, jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina IHH a Tirkî ku navendeke wê li kêleka dibistana amadehî ya pîşesaziyê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê heye, alîkariyên xwarin û hawarçûnê tenê li ser niştedagîran belav dike.
Di heman çarçoveyê de istixbarata Tirkî berpirsekî rêxistina IHH ji ber wendabûna 10000 basketên xwarinê, bin çav kir.
30’yê Çileyê Afrinpostê derbarê qedexekirina alîkariyên mirovî li ser sivîlên Kurd li Efrînê, hevpeyvîn li gel hinek sivîlên Kurd li Efrînê kirin. Pîrejineke Kurd di wê derbarê de axivî û wiha got: “Kurê min ji ber ku em Kurd in alîkariyan nadin me, ew tenê didin niştedagîran” û wiha dewam kir; Kê dizanî ku em ê rojekê muhtacî alîkariyan bibin ku tevî dorpêça li ser herêmê hebû, hemû kurên min û Efrînî li ser karên xwe bûn û di xêra xwedê de bûn.
Her wiha hejmareke din ji sivîlên Kurd jî derbarê neheqiya ku bi serê wan tê bi êş û xemgînê mijar anîn ziman û nerazîbûna xwe li hemberî rêxistinên mirovî yên dagirkeriyê nîşan dan.