Afrinpost-Taybet
Piştî teqîna sûka gelêrî ya bajarê Efrînê, ev roja 5’ê ye ku hêzên dagirkeriya Tirkî rêkarên ewlehiyê yên xurt avêtine ser herêma teqînê. Her wiha tevgera otomobîlan di hundirê bajêr de qedexe kirine û herêma sêgoşeyî ya di navbera çerxerêya Kawa, çerxerêya Wetenî, çerxerêya Newroz û têketina Cindirêsê heta kolana Vîllat û rêya Cindirêsê bi temamî girtine.
Li gel rêkarên ewlehiyê, dewriyeyên hevbeş ên milîsên “polîsên leşkerî û sivîl” li nava bajêr tên gerandin.
Ji ber teqîna li pêşiya sûkê hemû dikanên li nava sûkê û yên li hemberî wê zirarên mezin dîtin. Têkildarî wê, şandeyeke şêniyên herêmê serdana ofîsa waliyê Tirkî kirin, lê belê walî xwediyên firoşgehên zirar dîtine, red kirin. Bi wê tenê neman, hêzên dagirkeriyê û milîs xwediyên firoşgehan bi bihaneya rêkarên ewlehiyê nahêlin ku xwediyên dikanan, sûkê paqij bikin û tê tercîhkirin ku dagirkerî nehêlibe careke din sûk were vekirin.
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” û “Sultan Mûrad” li ser desteserkirina sûkê bi nakok in û ji ber vê yekê pevçûnên çekdarî di navbera wan de derdikevin.
Sûka gelêrî dikeve herêma ewlehiyê ya milîsên “Sultan Mûrad” ku ew li bajêr xwedî hêz û serweriyeke xurt in û ji ber ku çekdarên wê Turkmen in, hêzên dagirkeriyê gelekî baweriya xwe pê tînin.
Çavkaniyan teqez kirin ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” hewl didin ku sûkê desteser bikin û veguherînin baxçeyekî bi navê kuştiyekî xwe. Milîsên “Sultan Mûrad” jî ji ber ku sûk xwedî qezenceke mezin e, dixwazin sûkê desteser bikin.