Sermilîsekî Ixwanî ji bo Tirkiyê li her welatekî Erebî banga şer dike

Afrinpost

Serokê ya bi navê “Ofîsa Siyasî” û sermilîsê “Lîwa El-Mutesim” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn Mistefa El-Sêcerî bangî cîhad û şer li Lîbya kir û idîa kir ku ew li dijî teror û desthilatdariyê, destekê didin rewatî û hêzên şoreşger.

Sermilîs Mistefa El-Sêcerî di çarçoveya ajantiya ji dagirkeriya Tirkî û propagandaya ji Osmaniya Nû ya bi olê pêçandî ye, tevdigere.

El-Sêcerî li ser hesabê xwe yê twîtterê, twîttek belav kir û tê de wiha got: Şerê li Lîbya di navbera maf û bêmaftiyê de tê kirin, ji Şamê heta Terablusê, ji Sena heta Beyrûtê û ji Bexdayê heta Qahîrayê ji bo şerê li wan welatan bang kir ango bi temamî li gorî ku dagirkeriya Tirkî li ser wî, milîsên wî  û ajanên rêxistinên radîkal wek Ixwan Mislimîn bangeke aşkere û teqezî kir.

Mistefa El-Sêcerî yek ji amûrên sereke yên istixbarata Tirkî ye her wiha damezrînerê milîsên “Lîwa El-Mutesim” e. Milîsên wî li gel artêşa Tirkiyê beşdarî dagirkirina bajarê Serê kaniyê û Girê Spî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû.

Beriya demekê El-Sêcerî sermilîsekî milîsên “El-Iz Bin Ebid El-Selam” bû. Ew di fîlmekî dokumanterî de ya kenala Vice News sala 2014’an ku malpera Ezdina weşandibû, xuya bû û li dora wî komeke çekdar hebûn ku di wî fîlmî de bangî avakirina dewleteke Îslamî li herêmên ku wê demê kontrol kiribûn, kir.

Related posts