2 sal di ser revandina xortekî Kurd li Efrînê re derbas bûn

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” sûcan derheqê sivlîlên Kurd li Efrînê bi şêweyekî dorveger berdewam dikin. Milîs di bin bêdengiya civaka navdewletî de sivîlên Kurd direvînin, wan îşkence dikin û piştre fidyeyên malî ji xwediyên wan dixwazin her wiha mal û milkên wan jî desteser dikin. Bêdengiya civaka navdewletî nîşan dide ku durişmeyên wan vala ne û her tiştê ku qalê dikinê, dûrî prensîpên mirovatiyê ne.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabeta ragihand ku 2 sal di ser revandina xortên Kurd ê bi navê Rifet Mûrad re ji şêniyên gundê Kurka Jorîn e, derbas bûn û hêjî çarenûsa wî ne diyar e. Milîsan ew li sûka gelêrî ya bajarê Efrînê bi bihaneya ku berê di şaredariya gel a Rêveberiya Xweser de dixebitî, revand.

Her wiha hinek çalakvanan 1’ê Tebaxa 2018’an dabûn zanîn ku milîsên Îslamî xortekî Kurd yekî 26 salî li navîna bajarê Efrînê revandibû û derbasî zîndanên Tirkiyê kiribû. Çalakvanan wê demê diyar kirin ku çekdaran xort ji firoşgeha bazirganiyê li ser rêya Raco revand û avêtin zîndaneke eyaleta Hatayê.

Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.

Related posts