Stranbêjekî Efrînî ji ber xemgîniya li ser qurbaniyên Kurd ên teqîna terorîstî dest ji stranbêjiyê ber da

Afrinpost-Taybet

Roja Sêşemê 28’ê Nîsanê teqîneke mezin û xwînrij li Efrînê li pêşiya sûka gelêrî rû da û di encamê de bi dehan ji sivîlan di nav wan de welatiyên Kurd jî hebûn şehîd û birîndar bûn. Vê bûyera bi êş Kurd bi giştî û Efrînî bi taybetî xemgîn û êşandin.

Stranbêjê Kurd ê Efrînî Amêr Ebû El-Nûr ji ber teqîna terorîstî ya dawîn, li ser qurbaniyên Kurd kete xemgîniyeke giran û ji ber vê yekê dest ji stranbêjiyê ber da.

Stranbêj Amêr Ebû El-Nûr li ser rûpela xwe ya facebookê postek bi wêneyê xwe yê kesî belav kir û wiha hestên xwe anîn ziman; piştî ku min hezkirî û hêjayên xwe ji ber teqînê wenda kirin, êdî ez nikarim karê stranbêjiyê berdewam bikim. Ez ê ji vir û pê de xwe ji nivîsandina li ser bajarê xwe (Efrînê) re vala bikim.

Hinek çavkaniyên ji wî nêzîk diyar kirin ku stranbêjê gelêrî dê di şahî û boneyên fermî de nestrê, lê belê ew ê ji bo nifşê nûgihîştî re xwe bi danîna stranan û awazkirinê re mijûl bike.

Navê rastîn ê Amêr Ebû El-Nûr Mihemed Arif Kênc e, ji bûyînên 1960’î ye. Wî li dewat û şahiyan ji sala 1973’an ve, bi zimanê Kurdî û Erebî distra ango ew stranbêjê pêvajoya Ednan Dilbirîn, Welîd Mûsa û ji bilî wan ji stranbêjên Efrînê yên kevnar e.

Stranbêj Amêr niha li bajarê Stenbolê niştecih e, ji şêniyên gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ye..

Related posts