Afrinpost
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî roja Pêncşemê di hevpevînekê li gel ajansa Northpressê de derbarê teqîna dawî li Efrînê axivî.
Mazlûm Ebdî di destpêka axaftina xwe teqîna xwînrij a li pêşiya sûka gelêrî li Efrînê pêk hat, şermezar kir û daxwaza lêpirsîneke navdewletî derbarê sûcên ku li Efrînê derheqê sivîlên Kurd de tên kirin, kir.
Ebdî di nava axaftina xwe de diyar kir ku gelek rêxistinên navdewletî wek Efûya Navdewletî, Human Rights Watch ji du salan ve sûcên ku milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn û dagirkeriya Tirkî derheqê sivîlên Kurd de dike, belge dike, lê belê dagirkeriya Tirkî tevî wê jî wan raporan paşguh dike û di kiryarên xwe yên terorîstî de dewam dike.
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku saziyên mafnasiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê jî binpêkirin û sûcên dagirkeriyê li herêma Efrînê her wiha Serê Kaniyê û Girê Spî jî bi deh raporan belge kirine.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk wiha axaftina xwe bi dawî kir; Ez ecêb nabînim ku dagirkeriya Tirkî bûyera teqînê bi armanca dagirkirina herêmên nû ji Sûriyê bi kar bîne. Ji ber ku dagirkeriya Tirkî ev rêbaz berî ku herêmên bakurê Sûriyê dagir bike, berê bi kar aniye.