Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn pêkanîna sûcan derheqê sivîlên Kurd de li herêma Efrînê bi armanca koçberkirinê û pêkanîna guhertina demografîk berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku tevî ola Îslamê kesên mejîseqet ji girtina rojiyê lêborî dike, lê belê milîsên Îslamî heta vê çîneyê bi bihaneya ku rojiyê nagirin, ceza dikin.
Nûçegihan diyar kir ku welatiyê Kurd ê bi navê Mihîdîn Şêx Nasan li sûkeke navçeya Cindirêsê digerî û çixare vedixwar, hinek çekdarên milîsên “ Ehrar El-Şerqiyê” ew bi vê rewşê dît, bi kêr û amûrên tûj êrîşî wî kir û bi giranî û tundî li wî dan û wiha dewam kir; piştî destwerdana hinek şêniyan li herêma êrîşê û ew ji destên çekdaran xilas kirin, welatî Mihîdîn Şêx Nasan nîv mirî bû.