Afrinpost-Taybet
Roja Sêşemê bi nîvroj sahrîceke sotemeniyê li pêşiya sûka gelêrî ya bajarê Efrînê teqiya ku di encamê de nêzîkî 60 kesî bû qurbanî û 50 kes jî di nav de sivîlên Kurd hebûn, şehîd bûn.
Ji roja Sêşemê ve piştî teqînê, hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê hemû deriyên têketina bajêr ji çerxerêya Kawa heta çerxerêya Newroz û heyanî rêya Cindirêsê, girtine. Her wiha rêkarên ewlehiyê jî xurt kirin ku di nav de gera sahrîcên sotemeniyê li nava bajêr qedexe kirin.
Kamereyeke çavdêriyê li kolana rêya Raco ya navîna bajêr dîmenek girtibû, ku çawa teqîn pêk hatiye.
Di dîmenê girtî de, otomobîleke ji cureya “Van” yeke rengspî tê teqandin ku pê re agir derbasî barkêşa sotemeniyê dibe û teqîn bi xurtî li pêşiya sûkê pêk tê.
Bandora teqînê ji çerxerêya Wetenî heyanî xwaringeha Vîn li ser rêya Raco diçe ku hemû firoşgehên bazirganiyê hatin şikestin û şewitandin. Lê zêde çekdar û niştedagîran di nava rewşa tevliheviyê ya li herêma teqînê de dikanên pereguhêrî, zêr û tiştan dizîn û talan kirin.
Di dîmenê girtî de otomobîla “Van” ya rengspî ku pê teqîn pêk hatiye ya milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Hur” e. Ji ber ku ew Van bê numare ye û tenê otomobîlên “Ceyş El-Hur” bê numare ne. Ev bi tena serê xwe teqez dike ku milîsên Îslamî li piştî vê teqîna xwînrij ne. Milîsan bi vê teqînê xwestin bandorê li biryara şandina çekdarên wan bo Lîbya bike ku biryar were rakirin. Tê pêşbînkirin ku dem pêş de dagirkerî wan bişîne şerê Yemenê.
Çima hejmara qurbaniyan zêde bû?
Ji ber roja destpêkê ya Remezanê sûkên bajarê Efrînê bi qerebalix bûn, hinek çavkanî ji hundirê Efrînê, li herêma teqînê amade bûn û ragihandin ku milîsên “polîsên leşkerî” berî teqînê, kesek bin çav kir. Kesê binçavkirî bi polîsan re pev çû û di rûyê wan de qêriya, ji ber vê yekê şênî li dora dewriyeya milîsan kom bûn da ku rewşê nas bikin, di wê demê de teqîn pêk hat û ji ber vê yekê hejmara qurbaniyan zêde bû.
Her wiha piştî teqîna xwînrij bi çend saetan, 2 teqînên din li Efrînê pêk hatin, yek ji wan li kolana lîstikgehê pêk hat û di encamê de sermilîsekî “Ehrar El-Şerqiyê” hat kuştin û teqîna din jî bi rêya teqemeniyekê li taxa Mehmûdiyê li nêzîkî kenala avê pêk hat û tenê erebeyek li cihê teqînê bû, şewitî.