Piştî dersînorkirina wî ji Tirkiyê, “Cebhet El-Nûsra” ew meydanî bi dar ve kir

Afrinpost-Taybet

Sûcên çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” di bin serpereştî û piştgiriya dagirkeriya Tirkî li herêma Efrînê bê şêweyekî dorveger, di çarçoveya koçberkirina Kurdan de, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de çalakvaninan li Efrînê destnîşan kirin ku xotekî Kurd bi navê Betal Hesen Elî ji şêniyên gundê Mamila yê navçeya Raco ku ji 4 salan ve li Tirkiyê li bajarê Edenê bû, şehîd bû.

Li gorî çalakvanan Betal Hesen ji aliyê desthilatên Tirkî ve bi bihaneya ku di telefona wî de wêneyekî girêdayî kurdewariyê dît, ew ji Tirkiyê dersînor kir û beriya 6 mehan radestî derbasgeha “Bab El-Hewa” ku hikûmeta Înqazê ya bi navê “Cebhet El-Nûsra” kontrol dike, kir û wan jî ew avêt zîndanê.

Li gorî agahiyên ku gihîştine malbata wî, milîsan “Cebhet El-Nûsra”  ew gulebaran kir. Nasekî wî diyar kir ku Betal 24 salî ye û li zîndana Daret Izê li gundewarê Helebê yê Rojava girtî bû û wiha dewam kir; milîsan bi rêya hevalên wî yên di zîndanê de, xebera kuştina wî gihandin malbata Betal.

Welatî Betal Elî roja Çarşemê 29’ê Nîsanê bi gulereşandinê hat kuştin û hêjî termê wî li ba çekdarên “Cebhet El-Nûsra” ye.

Çavkaniyê diyar kir ku berî ew were gulereşandin, bavê wî mesrefa wî ya kesî jê re bi rê dikir zîndanê.

Her wiha Milîsan meha Berfanbara (Dicember) 2019’an jî xortekî Kurd ku bêtirî salekê li ba wan girtîbû, bidar ve kir.

Xortê Kurd bi navê Mihemed Hisên Bekir ji şêniyên gundê Dimilya yê navçeya Mabeta bû. Ew jî weke Betal Elî ji aliyên desthilatên Tirkî ve hatibû dersînorkirin û radestî derbasgeha “Bab El-Hewa” kiribûn.

Malbata Mihemed Bekir jî wek ya Betal Elî hewl da ku beramberî piçek pere wî ji destê El-Nûsra xilas bikin, lê belê milîsan pereyên pir xwestin ku malbatê nikarî ji wan re peyda bikira û xort di destê wan de girtî ma. 12’ê Berfanbara 2019’an(Dicember) birayê şehîd, malbat agahdar kir ku El-Nûsra dê Mihemed bi dar ve bike, piştre bi demekê milîsan wêneyê kuştina Mihemed ji dê û bavê wî re şand ku termê wî jî li Idlibê veşartin.

Ne tenê Mihemed û Betal ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hatin dersînorkirin lê belê desthilatên dagirkeriya Tirkî bi sedan ji xortên Kurd ji Tirkiyê derxistin û radestî milîsên Cebhet El-Nûsra kirin. Êdî tumeta ku tu Kurdî tenê bes e ku tu were revandin, giritn û piştre biravekirin.

Related posts