Milîsên “Sultan Silêman Şah” li gundê Çeqela Ortê kalepîrekî kurd ji mala wî qewitand

Afrinpost-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn û pê re xwediyên wan ên niştedagîr li Efrînê di desteserkirina mal û milkên sivîlên Kurd de bi zorê û neçariyê berdewam dikin. Milîs li gorî keyfa xwe û bê ti astengiyên olî yan exlaqî yan jî zagonî û tevî hebûna xwediyên erdan li Efrînê, li pêşiya çavên wan malên wan desteser dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “Sultan Silêman Şah”, kalemêrekî Kurdî ji mala wî bi hinceta ku mala wî kirine navendeke leşkerî, qewitand.

Nûçegihan diyar kir ku milîsan kalemêrê Kurd “Henan Betal Elî” ji mala wî ya li gundê Çeqela Ortê qewitand û ji wî xwestin ku biçe mala lawê xwe û pê re bijî û wiha dewam kir; milîsan hemû tiştên mala wî desteser kirin û veguherand navendeke leşkerî.

 

 

 

Related posts