Milîsên “polîsên leşkerî” li Efrînê 700$ ji mala welatiyekî Kurd dizîn

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê bê navber her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve, didize.

Têkildarî diziya ku li Efrînê tê kirin, nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku li gundê Kurzêlê beriya 3 hefteyan, çekdarên milîsên Îslamî, bi ser mala welatiyê Kurd ê binçavkirî Şaban Elî de girtin û ji mala wî 700$ Amerîkî dizîn.

Nûçegihan teqez kir ku milîsan beramberî berdana wî, jê xwestin ku di pereyên xwe bibore ango pereyên ku jê hatine dizîn ji bîr bike.

Dîsa 9’ê Nîsanê li heman gundî(Kurzêlê) milîsan welatiyekî Kurd bi navê Salih Îbo bi tawana ku berê tevlî nava hêzên asayîşê bûbû, revandin.

Milîsên Îslamî bi van kiryarên xwe dixwazin atmosferekî ji tirsê ji xwe re peyda bikin, da ku bi rihetî û hêsanî mal û milkên Efrîniyên koçber û yên mayî bizin û talan bikin.

 

 

Related posts