Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî bêtir milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Hur ” bi pereyan an jî bi neçarî, da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê bi serkêşiya Fayêz El-Seraj li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî bi serkêşiya Xelîfe Hefter şer bikin, dişîne Lîbya.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkî, milîsên “Firqeya Sultan Mûrad ” bi giştî û bi neçarî bi şêweyê kom bi kom dişîne Lîbya. Ji aliyekî din ve jî milîsên “Feyleq El-Ruhman” jî ku ji Xûtaya Şamê ne, çekdarên xwe neçarî çûna Lîbya dikin.
Nûçegihan diyar kir ku milîsên “Sultan Mûrad” û “Feyleq El-Ruhman”, li Efrînê ketine seferberiyê û wiha dewam kir; çekdarên “Sultan Mûrad” li nava kolanên Efrînê digerin û nîşaneyên hêrsbûn û nerazîbûnê li rûyê wan xuya dikin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ragihand ku milîsên “Feyleq El-Ruman” û piştî ku dagirkeriya Tirkî pere li ser wan qut kirin, dest bi neçarkirina şandina çekdarên xwe bo Lîbya kirin.
Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku sermilîsê “Lîwa Silêman Şah(El-Emşat) ” Mihemed El-Casim(Ebû Emşe) li vê dawiyê da ku komine din ji çekdaran ji bo şandina ji Lîbya re amade bike, ji Lîbya vegerî navçeya Şiyê.
Çavdêr dibînin ku şandina çekdarên Îslamî bo Lîbya li ser daxwaza Rûsiya pêk tê. Armanc jî ew e ku milîsan ji bakur rojavayê Sûriyê paqij bike ku dema pêş karibe bi ziyanên kêm parêzgeha Idlibê kontrol bike û Tirkiyê jî bi rêya şandina çekdaran hewl dide projeya xwe li Lîbya pêk bîne.
.
.