Afrinpost-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku her şivanên niştedagîr û malbatên wan ên ku destên wan di kuştina kalemêrê Kurd Elî Mihemed Ehmed bi nasnav Elîkî de hene, ji bajarokê meydankê bêyî ku ti hesab û lêpirsîn derbarê sûcê wan de werin vekirin û li ser daxwaza “Firqeya Sultan Mûrad” derketin.
Li gorî çavkaniyan welatî Elî ji şivanên niştedagîr xwestibû ku pezên xwe ji nava zeviyê wî yê zeytûn ku di nava wan de sebze jî hatibû çandin derxin lê belê şivanan guh nedan welatî, ji wî bi hers bûn û wisa jê re gotin: “Me ev erd bi xweîna xwe rizgar kir, ji mafê me ye ku em pezê xwe li her derê biçêrînin, hûn wek Kurd pêwîst e ji Efrînê derkevin. ”
Çavkaniyan destnîşan kirin ku şivanan bi çov û boksan li jinepîra bi navê Emîne(hevjîna Ş. Elî) û tevî rewşa wê ya tenduristî xirab e, da.