Milîsên “El-Emşat” kalemêrekî Kurd revand û beramberî berdana wî 10000$ xwestin

Afrinpost

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn prosesên revandinê derheqê şêniyên Kurd li herêma Efrînê ya dagirkirî bi armanca bidestxistina pereyan û koçberkirina wan, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah, El-Emşat”, 20’ê Nîsanê kalemêrekî Kurd bi navê Fewzî Ehmed Daxlî 70 salî, ji şêniyên bajarokê Şiye ye, revand, birin cihekî nediyar û hêjî çarenûsa wî ne zelal e.

Roja Pêncşemê çalakvaninan li Efrînê diyar kirin ku milîsên “Sultan Silêman Şah” li Efrînê, beramberî berdana wî 10000 $ ji malbata wî xwestin.

Dîsa di çarçoveya revandina sivîlan de, 22’ê Nîsanê milîsan welatiyê bi navê Cemal Umer Hemdûş (48 salî) dema ku diçû ser karê xwe li gundê Qeretepe yê bi ser bajarê Efrînê ve revand. Welatî li wir nobedariya kargehekê dike.

Nûçegihanê Afrinpostê jî li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî bê diyarkirin, şêniyên Kurd bi hinceta bazirganiya bi çekan û peywendiya li gel YPG’ê direvînin û piştre pereyan wek fidye ji xwediyên wan dixwazin.

Related posts