Di nava 4 rojan de kalemêrekî din li Efrînê hat kuştin

Afrinpost-taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi armanca koçberkirinê, sivîlên Kurd ên li Efrîna dagirkirî mane, direvînin û derheqê wan de hemû cureyên îşkenceyê dikin. Proseyên revandinê û îşkenceyê di bin serpereştiya istixbarata Tirkî tên kirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera ragihand ku sûcekî din derheqê kalemêrekî Kurdî de li bajarokê Meydankê pêk hat û wiha dewam kir;  3 şivanên niştedagîr îroj piştî nîvro derdora saet 02:00, êrîşî welatiyekî Kurd bi navê Elî Mihemed Ehmed bi nasnav Elîkî yê 74 salî kirin û bi çov û gurmistan li wî dan, ji ber vê yekê ew rasterast ambulans kirin lê belê bi rê de jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihan diyar kir ku ji ber kalemêr nehişt şivanên niştedagîr ên Turkmen, ji şêniyên herêma Kerem El-Meyser a Helebê ne, pezên xwe li nava zeviyê wî yê zeytûnan biçêrînin, êrîşî wî kir û bi giranî li wî dan.

Nûçegihan da zanîn ku bi kalemêrê Kurd re nexweşiya dil hebû û berî ku jiyana xwe li ser destên şivanan ji dest bide, birînkariya dil çêkiribû.

Ev sûc jî di çarçoveya rêzesûcên ku niştedagîr û kurên wan ên çekdar derheqê sivîlên Kurd de dikin, tê.

Related posts