Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, di astengkirin û bikaranîna sûcên mirovî derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku ji bêtirî 10 rojan ve komeke çekdarên dagirkeriya Tirkî, şêniyên Efrînê yên resen bê serûber bi hinceta bazirganiya bi çekan û peywendiya bi YPG’ê, direvînin û piştre fidyeyên malî ji xwediyên wan dixwazin.
Nûçegihan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî ji dema ku Efrîn sala 2018’an ve dagir kiriye, hewldanên koçberkirina şêniyên resen bi armanca pêkanîna guhertina demografîk berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de bal kişand ser komeke milîsan ku şêniyên Kurd li bajarê Efrînê direvînin û dibin cihekî ne diyar. Piştre ji xwediyên wan fidyeyên malî dixwazin. Ev senaryo ji bêtirî 2 salan ve bi kar tê û hêjî berdewam e.
Têkildarî wê sivîlekî Kurd ji Efrînê got ku koma çekdar girêdana xwe bi ti alî û milîsan re aşkere nake û artêşa dagirkeriyê jî ji bo sekinandina sûcên wan tiştekî nake.
Nûçegihan da zanîn ku wê komê, welatî Mihyedîn Birîmko revand û beramberî berdana wî 2000$ ji xwediyên wî birin. Ji aliyê xwe ve jî sivîlê Efrînî wiha got: “Eger rewşa te ya aborî baş be, teqez tu yê were revandin” û wiha dewam kir; dagirkeriya Tirkî komên bi vî rengî bi armanca revandina sivîlan her wiha koçberkirina wan ji Efrînê, ava kirine û dagirkeriyê ji wan re wiha gotiye: “Pêwîst e ti Kurdek li Efrînê nemîne”.
Di heman çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpost li navçeya Mabeta ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” welatiyê Kurd Mihemed Ehmed Betal ji şêniyên gundê Mamila yê navçeya Raco roja Duşemê û tevî ku berê gelek caran hatibû revandin, ji aliyê milîsêûn “Lîwa Sultan Mihemed El-Fatih” ve hat revandin.