Afrinpost
Navgîneke ragihandinê ya bi ser “Opozisyona Sûrî” ve, diyar kir ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêmên dagirkeriyê yên bi navê “ Mertala Firatê, Şaxa Zeytûnê û Kaniyê Aştiyê ” yên li bakurê Sûriyê, bi armanca komkirina bacan ji şêniyan dest bi avakirina komîteyên aborî kirin.
Navgînê ji çavkaniyên xwe bi bîr xist ku karê van komîteyan ji Efrînê dest pê kir. Çekdarên komîteyên aborî serjimariyek ji firoşgehên bazirganiyê re çêkir û bacên mehane di navbera 30 heyanî 100 hezar L.S li ser xwediyên wan sepandin.
Çavkaniyê bal kişand ser çiqasiya pereyan û got ku li gorî cih, rûpîvan û xwediyê firoşgeha bazirganiyê bac tê sepandin û eger firoşgeha bazirganî xwediyê wê şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk be, komîteyan milîsan desteser dikin û didin milîsên ku wê herêmê kontrol dikin.
Tê zanîn ku milîsên Îslamî bi hinceta bidestxistina pereyan û koçberkirina sivîlên Kurd ji Efrînê, wan bi peywendiya bi QSD’ê re tawanbar dikin. Bi vî şêweyî mal û milkên koçberên Efrînê desteser dikin û ji xwe re an difiroşin an jî bi kar tînin.
Ta niha rêjeya koçberên Efrînê ji 75% ku hinek ji wan di pêvajoya şer de û yên li Efrînê mane û lê vegeriyane, ji ber sûc û binpêkirinên ku milîsên Îsalmî derheqê wan de dikin, koçber bûn.