Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî bi armanca peydakirina tirs û nedilrihetiyê bi mebest û zanabûn di navbera hev de pebvçûnan peyda dikin da ku sivîlên Kurd ên li Efrînê mane ji tirsê re ji Efrînê koçber bibin û dagirkeriya Tirkî bi hêsanî guhertina demografîk pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de roja Sêşemê li bajarê Efrînê di navbera Milîsên “Cebha El-Şamiyê” û milîsên “Lîwa El-Şemal” pevçûnên giran derketin.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku pevçûn li çerxerêya Kawa dest pê kir, derbasî navîna bajêr bû û gihîşt heta taxa Mehmûdiyê.
Nûçegihan diyar kir ku hêjî bîlanço û sedema pevçûnan nehatine zanîn û wiha dewam kir; milîsên “polîsên leşkerî” piştgiriya “Cebha El-Şamiyê” li dijî “Lîwa El-şemal” kir. Li hemberî wê milîsên Lîwa El-Şemal li taxa Mehmûdiyê rêbend danîn û her kesê ku peywendiya xwe li gel Cebha El-Şamiyê hene, bin çav kirin.
Her ku diçe tevlihevî di navbera milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn de kûrtir dibin ku gihîştiye astekê hev du bin çav dikin û sermilîsên hev bi rêya teqînan armanc digirin.