Afrinpost
Hêzên Rizgariya Efrînê roja Sêşemê derbarê operasyonên wan li Efrîn û Ezazê daxuyaniyeke nivîskî weşand
Hêzên Rizgariyê di daxuyaniya xwe de wiha got: 15’ê Nîsanê hêzên me li dorhêla gundê Kefer Nebo yê Şêrawayê, teqemeniyek bi komeke çeteyên dagirkeriya Tirkî ve teqand. Di encamê de 2 çete kuştin û 2 jî birîndar bûn.
17’ê Nîsanê hêzên me çalakiyeke sekvaniyê li dorhêla bajarê Ezazê pêk anî û çeteyekî dagirkeriyê kuşt.
18’ê Nîsanê hêzên me teqemeniyek li nêzîkî navendeke çeteyên dagirkeriya Tirkî, nêzî çerxerêya Wetenî li navenda herêma Efrînê pêk anî, di encamê de çeteyek kuşt û 3 jî birîndar kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê wiha daxuyaniya xwe bi dawî kirin; bîlançoya operasyonên hêzên me wiha ye; 6 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Hemwextî operasyonan, balafirên keşfê yên dagirkeriyê li ser asîmanê navçeya Şêrawa û Şera bi şêweyekî dorveger digerin her wiha dagirkeriya Tirkî gelek gund li herêmê topbaran kirin.