Dagirkeriya Tirkî li Efrînê hewl dide ku karmendên Kurd ên di tomarnameya sivîl de bi yên Turkmen biguhere

Afrinpost-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku istixbarata Tirkî li ser bidûrxistina karmendên Kurd ji saziyên ku li herêma Efrînê ava kirine bi dûr dixe û li şûna wan Turkmenan bi cî bike, dixebite.

Çavkaniyan diyar kirin ku prosesa qewitandina karmendên Kurd ji beşa tomarnameya sivîl a girêdayî meclisa navxweyî pêk tên. Dagirkeriya Tirkî niştedagîrên Turkmen li şûna karmendên Kurd erkdar dike, hewl dide rizqê wan qut bike û di encamê de wan ji Efrînê bide koçberkirin.

Lê belê sedema sereke ew e ku dagirkerî hewl dide ku niştedagîran bi ser herêma Efrînê ve bihesbîne, qeydên wan bi ser herêmê ve dikin.

Beriya vê bi demekê jî dagirkeriyê nasname li ser niştecihên li Efrînê belav dikirin, di nasnameyan de malbatên niştedagîr weke xelkên resen ê herêmê qeyd dikir.

Her wiha hinek çavkaniyan teqez kir ku endamekî Mîta Tirk, bi navê Mûrad karmendên Kurd ji şirketa avê qewitandin û li şûna wan karker ji kampên ku li herêmê belav in, bi cî kirin.

Related posts