Milîs li Şera bi ser mala girtiyekî ji meclisa navxweyî ya dagirkeriyê de girt

Afrinpost-Taybet

Milîsên “Emin Siyasî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Şemiyê borî 18’ê Nîsanê, bi ser mala welatiyê Kurd Fihmî Ebdo li bajarokê Şera girtin û navmaliyên wî serûbin kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku hêza biserdegirtinê ji 3 erebeyên camreş pêk hat. Di hundirê wan de çekdarên rûgirtî hebûn. Mala welatî Fihmî venêrîn, piştre çekdaran hevjîna wî ya navsal rakêşî otomobîlekê kirin ku tê de hevjînê wê hebû û rewşa wî ji ber îşkenceyê gelekî xerab bû.

Nûçegihan teqez kir hevjîna welatî bi rûyê wan de qêriya û çekdaran jî telefona wê destser kir, û tevî wê jî hevjînê wê berneda.

Milîsên “Emin Siyasî” roja Sêşemê 7’ê Nîsanê, endamê meclisa navxweyî yê dagirkeriya Tirkî li bajarokê Şera, Fihmî Ebdo bêyî ku sedem an tuhmeta wî were naskirin, bin çav kir. Fihmî endezyar e û di ofîsa endezyarî ya meclisa navxweyî de dixebitî.

Ji destpêka dagirkeriya Tirkî ji herêma Efrînê re sala 2018’an, meclisên navxweyî li navend û 6 navçeyên herêmê ava kirin. Armanca meclisan rewakirina desteserkirina niştedagîran ji mal û milkên koçberên Efrînê re her wiha rewatiyê didin hebûna dagirkeriya Tirkî li herêma Efrînê.

Related posts