Afrinpost-Taybet
Çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di lêgerîn û rûxandina şûnwarên herêma Efrînê de bi armanca bidestxistina pereyan û wendakirina nasnameya herêmê berdewam in.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku prosesên kolan, rastkirinê li 3’ê cihên şûnwarî yên navçeya Şera û Mabeta ji aliyê tîmên pispor ên milîsên Îslamî û bi serpereştiya istixbarata Tirkî, pêk hatin.
Li navçeya Şera milîsên “Firqeya Sultan Mûrad ” li girê Serî Girkê yê li bakurê gundê Barava li parçeyên dîrokî geriyan. Bi maşîneyên giran ên malbata “Ebid Rebû ” ji şêniyên herêma Lîremûnê ya Helebê ye û tevî hebûna rezên tirî û darên zeytûnê li gir, koland û piştre deverên kolayî rast kirin.
Li gorî nûçegihanan di nava hefteya borî de, karên rastkirinê li gir 3 rojan dirêj kir.
Her wiha li gundê Habo yê navçeya Mabeta, çekdarên ji milîsên Îslamî cihek li dorhêla bîreke romanî ku lê şikeftên şûnwarî hene, kolan da ku li parçeyên dîrokî û gencîneyan bigerin. Derbarê kolana wan de agahî hene ku wan tabûteke porselen yeke şûnwarî dîtiye.
Dîsa li herêma geliyê Şiyê, hinek cî li dorhêla kaniya Qestelê ya nêzîkî gundê Kela û Mistika ji aliyê çekdarên milîsên Îslamî ve hatin kolan.
Ji dema ku artêşa Tirkiyê û milîsên wê ve herêma Efrînê dagir kirine, bi amûrên nûjen û pêşketî li şûnwarên dîrokî û metalan digerin. Beriya vê jî şêniyên Efrînê teqez kirin ku dagirkeriya Tirkî çiqasiyeke mezin ji zêr ji gundê Barava derxist lê zêde bi awayekî domdar gotûbêj li ser lêgerîna di girên Efrînê yên şûnwarî de tên kirin.