Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Ceyş El-Hur” bi serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî debara jiyanê ya şêniyên kurd ên ku li Efrînê mane, dorpêç dikin.
Milîs bac û rêbazên astengî û xizankirinê derheqê kurdên Efrînê de bi armanca koçberkirin û niştedagiriyê, bi kar tînin.
Di vê çarçoveyê de rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku roja Yekşemê milîsên “Sultan Silêman Şah(El-Emşat)” li ser welatiyekî Kurd li gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê beramberî vegerandina mala wî ya desteserkirî(destpêka Nîsanê) 8000 $ sepand.
Welatiyê Kurd nikarî bac bida û ji ber vê yekê li nava malên nas û dostên xwe digere û her rojê li malekê dimîne.