Afrinpost-Taybet
Roja Şemiyê piştî nîvroj, şêniyên gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê ji agahiya şehîdbûna jinepîra Kurd Fatme Kinê matmayî man. Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî di dema ku kurên jinepîrê li nava zeviyê wan de şitil diçandin, bi ser mala wan de girtin û jina temenmezin kuştin. Ev sûcê milîsan li ser medyaya civakî bi şêweyekî berfireh hat şermezarkirin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê, jinepîr Fatme 80 salî bû, hevjînê wê Sebrî Tone çûye ser dilovaniya xwedê. Piştî ku milîsan ew ji mala wê ya li navîna gund qewitand, çû li gel kurê xwe Mihemed jiyana xwe domand.
Jinepîra Kurd Fatme roja Şemiyê saet 05:00 piştî nîvroj, bi têleke telefonê bi darekê li nava malê ve girêdayî bû, û li ser çokan li ser kursiyê bû, hatibû bi dar vekirin.Jina neviyê wê Fewzî, “Îlfet” piştî ji ser karê xwe vegerî, jinepîr bi vî rengî dît û kurên wê Seîd û Hesen rasterast agahdar kirin û wan jî bi rêya xwe rakirin bajarê Cindirêsê, lê belê jiyana xwe ji dest dabû.
Nûçegihan teqez kir ku Ş. Fatme hatiye fetisandin, lê belê da ku xuya nebe, ew bi darê ve daliqandin da ku were dîtîn ku wê bi xwe, xwe kuştiye.
Li gorî vîdyoyên ku li ser rûpelên medayaya civakî hatibûn weşandin, şêniyên gund roja Yekşemê bi hebûna hinek ji çekdarên “Lîwa Weqas” jinepîr Fatme veşartin.
Nûçegihan destnîşan kir ku Ş. Fatme hinek zêr û pere ji xwe re hilanîbûn da ku bifiroşe û lêçûnên sersaxî û veşartinê li ser kurên xwe rake. Lê belê nizanî ku ew zêr û pere dê bibin sedema kuştina wê.
Piştî veşartina pîrejinê, milîsên “Lîwa Weqas” ku navenda wan li beramberî mala pîrejin Fatme ye, bi lez bi hinceta lêpirsîna derbarê bûyera kuştina jinepîr Fatme de, kurên wê Mihemed Sebrî Tona (62) salî û hevjîna wî Meqbûle, neviyê wê Mihemed Tona (23) salî û hevjîna wî Îlfet her wiha kurê wê yên din Hesen tona (46) salî û Seîd Tona revandin.