Milîsên “Ceyş El-Îslam” li gundê Turindê xwediyên bîran neçarî avdana erdên desteserkirî, dikin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi armanca koçberkirinê û di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de pêkanîna sûcan derheqê sivîlên Kurd li Efrînê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Ceyş El-Îslam” ên gundewarê Şamê bi mebest li gundê Turindê xwediyên bîrên avê neçarî avdana berhemên çandiniyên li erdên desteserkirî, kirin.

Çavkaniyan teqez kirin ku milîs bi zorê xwediyên bîran neçarî avdana zeviyên çandiniyê dikin lê zêde lêçûnên jeneratorên pompekirina avê nadin wan ango avê bi belaş bêpere ji bîran dibin.

Ev bûyer ne carê yekê û ne jî ya dawîn e ku beriya wê gelek karên zorê li sivîlên Kurd ên li Efrînê mane hatine kirin. Milîsên Îslamî bi armanca dizî, talanî, êrîş û bidestxistina tiştan bê beramber(bêpere), zorê li şêniyên Efrînê yên resen dikin, wan ditirsînin da ku bi hêsanî sûc û binpêkirinên xwe li herêmê berdewam bikin.

Related posts