Afrinpost-Taybet
Tîma çavdêriyê ya saziya Êzdîna li herêma Efrînê agahdar bû ku milîsên Îsalmî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî”, roja Şemiyê 18’ê Nîsanê jinebiyeke Kurd ku ji 40 rojî ve hatibû girtin, berda.
Navê jinebiya Êzdî Gulê Hesen e û ji şêniyên gundê Birc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê ye. Saziya Êzdîna destnîşan kir ku milîsên Îslamî bi armanca koçberkirina Kurdên Êzdî ji Efrînê, bê navber wan asteng dikin.
Saziyê diyar kir ku welatî Gulê di dema girtinê de, li zîndana bajarê Efrînê ji aliyê milîsan ve hat îşkencekirin û wiha dewam kir; milîsên Îxwan Mislimîn keça jinebiya Êzdî Xezale Betal roja Çarşemê 15’ê Nîsanê, piştî 41 rojan û bê tihmet di zîndanên çekdaran de ma, berda.
Li gorî Saziya Êzdîna, milîsên “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” li pêşiya çavên artêşa dagirkeriya Tirkî, keça Êzdî Xezale Betal 5’ê Adara 2020’an li gundê Birc Ebdalo hat binçavkirin, piştre 9’ê Adarê dayîka wê Gulê Hesen bin çav kir.