Milîsên “Asîfit El-Şemal” zeviyên Zeytûnan li gundê Qestel Cindo, Baflûn û Qitmê bi kirê didin niştedagîran

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrîna dagirkirî ya li bakurê Sûriyê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimîn, desteserkirina mal û milkên welatiyên Kurd bi darê zorê û neçariyê berdewam dikin. Milîs tevî hebûna xwediyên erdan li Efrînê, li pêşiya çavên wan talan dikin û derbarê wan de ti lêpirsîn ji aliyê meclisên navxweyî yên dagirkeriyê ve venabin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera ragihand ku milîsên “Asîfit El-Şemal” ku sermilîsê wê “Salih El-Umerî” ye, zeviyên zeytûnan ên koçberên gundê Qestel Cindo, Baflûn û Qitmê bi kirê didin niştedagîran da ku ji xwe re lê tov, bizir û sebzeyan biçînin.

Nûçegihan destnîşan kir ku heta zeviyên sivîlên Kurd ên li gund jî, di nava desteserkirinê de ne.

Serbestkirina zeviyan ji niştedagîran re di çarçoveya piştgiriya prosesa niştedagiriyê de tê.

Related posts