Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” 146 çekdar şandin Lîbya û sermilîs di xapandina çekdaran de berdewam in

Afrinpost-Taybet

Li gorî çavdêrîkirina nûçegihanên Afrinpostê li herêma Efrînê, termên çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” naskirî ne ku ji bo şerê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî hatibûn şandin û li wir hatin kuştin, bi şêweyekî domdar ji Lîbiya digihêjin Efrînê.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku sibeha roja Yekşemê komeke nû ji çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ji navenda Efrînê ber bi herêma Hîwar Kilsê ya nêzîkî bajarê Ezazê ve bi rê ketin da ku ji wir derbasî hundirê Tirkiyê bibin û piştre bo Lîbya werin şandin.

Nûçegihan teqez kir ku koma birêkirî ji 146 çekdaran bû û diyar kir ku dê komeke din ji 200 çekdar lê vê carê yên milîsên “Firqeya El-Hemze” Şemiyê bê dê ji bo Lîbya werin şandin.

Hemwextî şandina çekdaran bo Lîbya, gelek çekdar xwe didin alî û ji ber tevlîbûna şerê li Lîbya direvin.

Sermilîsên Îslamî çekdarên ku razî nabin, biçin Lîbya bi hinceta ku dê wan bibin herêmên rojhilatê Furatê(Serê Kaniyê – Girê Spî), dixapînin ku wan ji Efrînê dikişînin û derbasî Tirkiyê dikin piştre wan bi neçarî ji bo Lîbya bi rê dikin.

Beriya wê hinek malperên Artêşa Niştîmanî ya Lîbî gelek vîdyo derbarê kujerên kirêgirtî yên ku li gel dagirkeriya Tirkî axa Sûriyê qirêj kirin ku li başûrê paytexta Lîbya Terablusê hatin dîlgirtin, belav kirin. Di wan vîdyoyan de çekdar li xwe mukur hatin ku wan beramberî 2000$ li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer dikirin.

Related posts