Afrinpost-Taybet
Piştî çend salan ji şerê ku çekdarên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî ”naskirî ne, li dijî pêkhateyên Sûriyê bi armanca xizmeta ajandayên Tirkiyê ya peydakirina şerê navxweyî di navbera pêkhateyên civaka Sûrî, gelek alî nema gotin û durişmeyên ku çekdar bangî dikinê, di ser wan re derbas bibe. Êdî maske ji ber kiryarên çekdaran, ji rûyê wan ket û rastiya wan a dizî, talanî û pêkanîna projeya dagirkeriya Tirkî xweş û ji her alî ve xuya bû.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku şivanên niştedagîr duh roja Şemiyê bi êvarê, nehiştin ku milîsên “Firqeya El-Hemze” pezê wan li gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê bidizin ku di encamê de pevçûn di navbera wan de derket.
Nûçegihan teqez kir ku komek ji milîsên “El-Hemze” roja Şemiyê saet 05:30 hewl dan ku pezên şivanên niştedagîr li gundê Feqîra û Keferdelê yên navçeya Cindirêsê, lê belê hewldana wan bi bin ket, şivan pê hesiyan û gule li wan reşandin ku di encamê de hinek çekdar birîndar bûn.
Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan ji şivanên niştedagîr û ji ber ku gund di bin kontrola wan de ye, daxwaz kirin ji gundê Feqîra derkeve.
Rêgirtina şivanên niştedagîr ji hewldana diziyê ya milîsên “Firqeya El-Hemze” piştî milîsan 13 serî pez ji şivanê niştedagîr ê bi navê “Ebû Welîd” ji şêniyên bajarê Xan Şêxûnê yê gundewarê Idlibê ye, dizîn, hat. Şivanê niştedagîr bi serbestî pezê xwe li dorhêla gundê Feqîra diçêrand.
Ev ne cara yekê ye ku di navbera niştedagîr û çekdaran û bi taybet ên ne ji heman herêmê ne, nakokî derdikevin ku beriya wê gelek nakokî û pevçûnên bi vî rengî li herêma Efrînê