Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî di astengkirina sivîlên Kurd de li Efrînê bi hinceta koçberkirina wan û pêkanîna guhertina demografîk berdewam in.
Di vê derbarê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku sermilîsê heyî yê milîsên “Sultan Silêman Şah” ê bi navê “Seyf El-Dîn El-Casim”, li gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê, êrîşî welatiyekî Kurd kir.
Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku hunermendê gelêrî Seîd Hisên Mîro dema ku ji bajarokê Şiyê vedigerî Qemîtliq ku av dianî gund, 2 jinên niştedagîr ew sekinand û ji wî xwest ku wan jî li ser rêya xwe bigihîne gund. Lê belê dema çekdaran li ser rêbenda gund, ew her du jin pê re dîtin, êrîşî wî kir, lê da û xizmeta wî weke heram bi nav kir.
Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan Seîd vexwend navenda wan, li wir sermilîsê wan ê bi navê “Seyf El-Dîn El-Casim” (birayê Ebû Emşê) bi xwe li wî da û tevî rewşa wî ya tenduristî ya xirab(nexweşiya şekir) bi şêweyekî hov îşkence kir.