Dîlgirtina çekdaran bi dîmen û 17 termên milîsên Îslamî ji Lîbya gihîştin Efrînê

Afrinpost-Taybet

Termên kuştiyên milîsên Îslamî li pey hev û bê navber ku di şerê li Lîbya de li hemberî artêşa niştîmanî ya Lîbî hatibûn kuştin, digihînin Efrînê.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li Efrînê ragihand ku 17 termên kuştiyên milîsên “Feyleq Elşam” gihîştin Efrînê her wiha diyar kir ku 13 kuştî li goristana bajarokê Mîdanekbezê yê sînorî hatin veşartin û termên mayî jî li gundê Meydana yê navçeya Racoyê hatin veşartin.

Têkildarî dîlgirtina çekdarên Ixwan Mislimîn ên ku dagirkeriya Tirkî ji Sûriyê ji bo ku li gel milîsên hikûmeta “Wîfaqê” li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin, vîdyoyek ji aliyê artêşa niştîmanî ya Lîbî ve hat parvekirin.

Di vîdyoyê de hejmareke ji dîlên çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî” naskirî ne, li xwe mukur tên ku çawa istixbarata Tirkî ew ji kampên penaberan ên li Idlib û Helebê derxistin û ji bo planên xwe çekdar kirin û dan şerkirin. Li gorî vîdyoyê milîs dibêjin ku ew beramberî 2 hezar dolar mehane li Lîbya şer dikin û girêdayî milîsên “Ceyş Elnuxbe, Firqeya Sultan Mûrad û Cebhet Elnûsra” ne.

Derbarê mekanîzmeya şandina wan a Lîbya jî çekdaran got ku artêşa Tirkî ew ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bajarê Gaziantep kirin û ji wir birin balafirxaneya Stenbolê û piştre bi balafirê li balafirxaneya Miêtîqa ya Lîbî daketin û tevlî nava şerê li hemberî artêşa niştîmanî ya Lîbî bûn.

Tê zanîn ku bajarê Gaziantep berê cihê bêhnvedana DAIŞ’yên ku ji tevahiya cîhanê ji bo Sûriyê dihatin bû, niha bûye navenda milîsên Ixwan Mislimîn ên ku ji Sûriyê ji bo Lîbya tên birêkirin e.

Related posts