Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” 70 darên zeytûnê yên malbata “Xûbarî” ji bo avakirina firoşgehan, hilkirin

Afrinpost-taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn her wiha malbatên wan ên niştedagîr di desteserkirina mal û milkên sivîlên Kurd bi zorê û neçariyê li herêma Efrînê ya dagirkirî de berdewam in.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li bajarê Efrînê 70 darên zeytûnê li nava zeviyekî li destpêka rojavayê bajêr, rêya ku diçe navçeya Cindirêsê, hilkirin da ku li şûna wan hinek firoşgehên bazirganiyê, stasyoneke sotemeniyê û şûştgeheke otomobîlan ava bikin.

Nûçegihan teqez kir ku milîsan buldozer birin nava zeviyê malbata “Xûbarî” da ku piştî hilkirina daran, zevî rast bikin û dest bi karê avahiyê bikin.

Ev bûyer di çarçoveya berdewamkirina prosesên desteserkirina erd û xaniyên şênî û koçberên Efrînê de, tê.  Girêdayî wê nûçegihanê Afrînpostê li bajarê Efrînê ragihandibû ku ya bi navê “ofîsa aborî” ya milîsên “Cebha El-Şamiyê”, Duşema borî wêneyên ku çawa milîs firoşgehên bazirganiyê bi armanca sepandina bacan, bi numare dikin, bi dest xistin her wiha diyar kir ku bac dê li ser xwediyên hemû firoşgehên bazirganiyê yên li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê werin sepandin.

Related posts