Afrinpost-Taybet
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Cebha Elşamiyê” ku piraniya wan ji gundewarê Helebê yê bakur in, roja Sêşemê bi armanca revandina Kurdekî bi navê “Nîdal” birevînin, bi ser avaniyeke li jorî herêma pîşesaziyê ve girtin lê belê hewldana wan bi bin ket û welatî ji wan reviya.
Da ku milîs tola xwe ji wî xortî hilînin tiştên mala wî bi giştî talan kirin û bi otomobîlan bar kirin. Koma milîsan a ku tişt desteser kirine bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Elî” bû û 6 çekdarên rûgirtî pê re bûn.
Ji dema ku Efrîn ji 18’ê Adara 2018’an ve hatiye dagirkirin, milîsên Îslamî bi serbestî mal û milkên sivîlên Kurd û bêyî ku ti lêpirsîn derbarê wan de were vekirin, desteser dikin.