Malbatên niştedagîr bi daxwaza dagirkeriyê ji Efrînê ber bi Girê Spî ve diçin

Afrinpost-Taybet

Xwediyên çekdaran ên niştedagîr ên Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî” naskirî ne, li pey ajandeyên dagirkeriya Tirkî yên parçekirina axa Sûriyê berdewam in. Dagirkeriya Tirkî bi rêya milîs û xwediyên wan plana jihevkirina pêkhateyên Sûrî û bi taybet dixwaze nakokiyên olî û nijadî di nava wan de derxe û bi vî rengî pêkhateyan bi hev bide şerkirin û projeya dagirkirina bakurê Sûriyê bi serî bike.

Têkildarî wê, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku derdora 30 malbatên niştedagîr ji herêma Efrînê derketin û ber bi rojhilatê Furatê ve ketin rê ku li wir kurên wan ên çekdar dimînin û bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirine.

Nûçegihan diyar kir ku roja Çarşema borî, 8’ê Nîsanê 17 malbatên niştedagîr ên Xûtaya Rojhilat a gundewarê Şamê li ser daxwaza dagirkeriya Tirkî ji Efrînê derketin û ber bi bajarê Girê Spî ve bi rêya derbasgeha “Bab Elselamê” ya sînorî derbasî bajarê Girê Spî bûn. Nûçegihan teqez kir ku niştedagîran mal û milkên ku desteser kiribûn berî ku biçin Girê Spî ji xwe re firotin. Ji nava kesên ku ji Efrînê derketine û ber bi Girê Spî ve çûne, niştedagîrê bi navê Şêx “Ebid Elruhman Faris” e, ew ji şêniyên Heresta ye û dê li wir weke melayê mizgeftê bixebite.

Her wiha nûçegihan da xuyakirin ku roja Yekşema borî jî 12’ê Nîsanê, 18 malbatên niştedagîr bi heman şêweyî derbasî Rojhilatê Firatê bûn.

Related posts