Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku roja Duşemê bi nîvro şivanekî niştedagîr li bajarê Efrînê dema ku pezê xwe di nava bajêr re dibir pêlî mayînekê kir û pê de teqiya di encamê de hat kuştin.
Nûçegihan teqez kir ku mayîn li dorhêla stasyona sotemeniyê ya bi navê “Jîn” bi şivan de teqiya, ew rasterast mir û termê wî rakirin nexweşxaneya Ş. Ferzende lê belê nûçegihan nikarî navê wî belge bikira.
Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Raco 9 ‘ê Nîsanê destnîşan kiribû ku niştedagîr bi 7 hezar serî pez li nava rez û erdên zeytûnan ên gundê Bilîlko, Elemdara û Çeqmaqa bi serbestî digerin û diçêrin. Şêniyên gundan nikarin rê li pêşiya binpêkirinên wan bigirin ji ber ku ji aliyê çekdaran ve piştgirtî ne. Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn û di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de kiryarên bi armanca astengkirina şêniyên Kurd li Efrînê dikin da ku wan bidin koçberkirin û guhertina demografîk pêk bînin.