Tevî ku dagirkeriyê rewşên Koronayê li Efrînê ranegihandine, milîsên Îslamî karantîna li Maratê û Şiyê sepand

Afrinpost-Taybet

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê milîsên “Firqeya Elhemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn sibeha roja Duşemê, bi îdîaya hebûna 5 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, karantîna li ser gundê Maratê yê bi ser bajarê Efrînê ve sepand.

Çavkaniyan teqez kirin ku rêbenda milîsan a li destpêka gundê Maratê hatiye danîn, şêniyên gund ji çûn û hatinê qedexe kirin û ji wan re gotin ku 5 rewşên pêketina bi vîrûsa Koronayê li gund derketiye. Tevî ku dagirkeriya Tirkî û meclisên wê li Efrînê bi şêweyekî fermî ti rewşên pêketina bi vîrûsa Koronayê li Efrînê ranegihandiye,  milîsan karantîna li ser gund sepand.

Ji aliyekî din ve çavkaniyên din teqez kirin ku milîs nûçeyên bi rengî reklam dikin da ku bêtir çarenûsa şêniyên gund kontrol bikin û şêwazekî jiyanî diyar li ser wan bisepînin.

Têkildarî heman mijarê, Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Sultan Silêman Mûrad” karantînayeke weke wê li ser şêniyên bajaroka Şiyê û gundên wê jî sepandiye.

Hinek çavkaniyan ji Afrinpostê re gotibû ku 10’ê Nîsanê, rêxistinekê ku nexwest navê xwe bibêje amûrên venêrîna ji vîrûsa Koronayê re anîn herêma Efrînê da ku pê şêniyan venêre lê belê ji ber tevliheviya ku milîsan pêk aniye, li Efrînê nema û derket.

Related posts