Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur”, prosesên revandinê li herêma Efrînê ya dagirkirî didomînin.
Milîs li Efrînê sivîlên Kurd direvînin û piştre beramberî pereyan di bin hinceta garantiyê ji wan dibin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco ragihand ku milîsên “polîsên sivîl” û milîsên “Lîwa 112” komeke sivîlên Kurd ên revandî ji şêniyên gundê Badîna ya navçeyê berdan.
Nûçegihan diyar kir ku milîsan welatiyê Kurd ê bi navê Hebeş Reşîd Hebeş berda, lê belê bavê wî Reşîd Hebeş Hebeş bin çav kirin. Her wiha welatî Ehmed Arif Îbiş jî beramberî jinûve binçavkirina Mihemed Xelîl Şaban û Mistefa Mihemed Reşkîlo hat berdan.
Xuya ye ku prosesa revandin û berdanê û ji nû ve revandina sivîlan li dijî welatiyên ku bêtirî çend caran hatine revandin bûye navgîneke şantaja malî lê belê dagirkerî hewl dide ku xwe li herêmê rewa bike. Dagirkerî fidyeyên malî weke garantî beramberî berdana girtiyan bi rêya dadgehan disepîne û bi vê yekê dizî û talaniya xwe li herêmê rewa dike.
Tê zanîn ku dadgehên dagirkeriya Tirkî li ba şêniyên Efrînê yên resen ango Kurdên Efrînê nerewa ne, ew dadgeh tenê ji bo rewakirina dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên Ixwan Mislimîn hatine birêxistinkirin. Erka wan dadgehan rewakirina revandin, fidyeyên malî û desteserkirina mal û milkên Efrînê ji niştedagîran ye.