Gundê “Um Elhoş” ê Şehbayê di roja 4’ê ya karantînayê de ye

Afrinpost-Taybet

Piştî ku rewşeke berguman a Koronayê li ser şêniyekî gundê Um ElHoş ê Şehbayê derket, ekîbên tenduristiyê gund bi tevahî derbasî karantînayê kirin.

Şaneya aloziyê ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê, ji 10’ê Nîsanê ve karantîna li ser gund sepandiye. Ev 4 roj in gundê Um Elhoş ê herêmên Şehbayê di karantînayê de ye.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku piştî peydabûna nîşaneyên vîrûsa Koronayê li ser leşkerekî rêjîma Sûrî ku li vê dawiyê leşkertiya xwe ya li ba rejîmê bi dawî kiribû, xuya bû, ew û şêniyên gund xistin karantînayê.

Ekîbên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser kesê berguman bi vîrûsê derbasî nexweşxaneya Avrînê kirin û jê re analîzên tenduristî yên pêwîst çêkirin û bi armanca teqeziya ji rewşa wî, leşkerê tesrîhbûyî rakirin nexweşxaneyên Helebê.

Her wiha venêrîn û analîz ji malbata leşker jî çêkirin. Li gorî ekîbên tenduristiyê yên nexweşxaneya Avrîn, encamên analîzê negatîv bûn.

Tê zanîn ku karantîna li ser gundê Um Elhoş dê 14 rojan li ser hev bidome. Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku leşkerê tesrîhbûyî li parêzgeha Tertûsê xizmet dikir, rejîma Sûrî li ser rewşên pêketina bi vîrûsa Koronayê û bi taybet leşkerên xwe digire.

Herêmên Şehbayê di bin dorpêçeke giran de ye ku şêniyên Efrînê tevî ku piraniya wan malên wan li Helebê hene, nahêlin ku biçin Helebê.

Related posts