Li Efrînê: Tansiyon di navbera milîsên Turkmenî û yên dîtir ji gundewarê Şamê de derket

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku duh tansiyoneke nû di navbera milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên Turkmenî û milîsên “Ceyş Elîslam” ên ji gundewarê şamê derket.

Nûçegihan destnîşan kir tansiyon ji ber binçavkirinên çekdarên milîsên “Ceyş Elîslam”  li Efrînê derket. Tansiyon di nava serferberiya çekdarên her du milîsan de duh berdewam kir.

Nûçegihan teqez kir ku milîsên“Firqeya Sultan Mûrad”  ji ber kuştina komeke çekdarên wê ji aliyê milîsên “Ceyş Elîslam”  li herêmeke nêzîkî Minbicê, 3 çekdarên “Ceyş Elîslam”  bin çav kirin.

Ji ber vê tansiyonê milîsên “Ceyş Elîslam” hêzên xwe ji taxa Eşrefiyê ber bi herêma “Pira Nû” bi rê kir ku ev jî nîşan dide ku dê pevçûn di navbera her du aliyan de derkevin.

Piştî binçavkirina dagirkeriya Tirkî sermilîsê “polîsên sivîl” yê bi navê Ramî Tilas, agahiyên derbarê wendabûna sermilîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de hinek çavkaniyên taybet ên Afrinpostê ji bajarê Efrînê diyar kirin ku piştî binçavkirina sermilîs Ramî Tilas bi tawana peywendiyên wî li gel rejîma Sûrî, rojane 3 an 4 sermilîs li Efrînê wenda dibin.

Çavkaniyekê da zanîn ku derdora 200 sermilîs ji Efrînê wenda ne, ti kes nizane ew li ku ne heta gihîştiye astekê ku dagirkeriya Tirkî ketine pey nasên Ramî Tilas jî.

Malperên ragihandinê yên ji dagirkeriya Tirkî alîgir in, ragihandibûn ku istixbarata Tirkî 30’yê Adarê sermilîs Ramî Tilas bi tawana destdirêjiya seksî û bêyî ku derbarê tawanê û qurbaniyê de ti detay werin aşkerekirin, bin çav kiribûn

Related posts