Dagirkeriya Tirkî 800 M bi dîwarekî ji têlan ji dorhêla gundê Zehrê birî

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên Ixwan Mislimîn 800 M ji erdên çandiniyê li herêma Efrînê ya dagirkirî birî. Dagirkeriyê bi hinceta avakirina dîwarekî cudakar bêtir darên zeytûnê û cihên pîroz dirûxîne.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, dagirkeriya Tirkî piştî birîna rûpîvanên berfireh li dorhêla herêmê û tevlî erdên Tirkiyê kir, dîwarekî cudakar li dorhêla gundê Zarê yê navçeya Bilibilê ava kir.

Çavkaniyan ji Afrinpostê re ragihand ku erdên Tirkiyê berî birînê, ji gund Zarê nêzîkî 1 KM dûr bû, niha nêzîkî 200 m dûrî gund maye, bi vê yekê Tirkiyê 800 M ji erdên gund bi rêya avakirina dîwarekî çîmento û têlên metalî birî.

Çavkaniyê teqez kir ku bi rêya prosesa birînê, Tirkiyê bi sedan ji darên zeytûnê tevlî erdê xwe kir û da ku prosesê bi serî bike gelek dar birîn û mezarê Şêx Hemze li gund xira kir û rûxand.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan 25’ê Sibatê berdewamiya hewldanên Tirkiyê yên berfirehkirina sînorê xwe yê bi herêmê re belge kir. Dagirkerî bi berdewamî erdên Efrîna Sûrî dibire û tevlî nexşeya xwe dike, bi taybet ji aliyê gundê Balê yê navçeya Bilbilê ve bêtirî 315 M bi ser sînorê xwe ve xist ku sînorê berê li cem xêzên dirêjahî û penahî wiha bû (36*47’38.6″N36*49’58.9″E) lê belê piştî birînê bû (36*47’28.6″N36*49’56.6″E)

Related posts