Derdora 200 sermilîs piştî binçavkirina sermilîs Ramî Tilas wenda bûn

Afrinpost-Taybet

Piştî binçavkirina dagirkeriya Tirkî sermilîsê “polîsên sivîl” yê bi navê Ramî Tilas, agahiyên derbarê wendabûna sermilîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de hinek çavkaniyên taybet ên Afrinpostê ji bajarê Efrînê diyar kirin ku piştî binçavkirina sermilîs Ramî Tilas bi tawana peywendiyên wî li gel rejîma Sûrî, rojane 3 an 4 sermilîs li Efrînê wenda dibin.

Çavkaniyekê da zanîn ku derdora 200 sermilîs ji Efrînê wenda ne, ti kes nizane ew li ku ne heta gihîştiye astekê ku dagirkeriya Tirkî ketine pey nasên Ramî Tilas jî.

Malperên ragihandinê yên ji dagirkeriya Tirkî alîgir in, ragihandibûn ku istixbarata Tirkî 30’yê Adarê sermilîs Ramî Tilas bi tawana destdirêjiya seksî û bêyî ku derbarê tawanê û qurbaniyê de ti detay werin aşkerekirin, bin çav kiribûn.

Related posts