Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn her tiştê ku li herêma Efrînê bi ber çavên wan dikeve wek milkên taybet û giştî û heta alîkariyên ku ji aliyê hinek rêxistinên dagirkeriya Tirkî bi xwe û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî tên pêşkêşkirin, didizin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyên xwe ragihand ku basketên alîkariyê yên ku rêxistinên mirovî dişînin Efrînê ji aliyê çekdarên milîsan ve tên desteserkirin û bi rêya firoşgehên bazirganiyê yên ku bi rêya niştedagîran bi rê ve dibin, difiroşin.
Nûçegihan destnîşan kir ku hinek rêxistin alîkariyê ji şêniyên herêma Efrînê re dişînin lê belê milîsên Îslamî basketên ku ji şêniyan re taybetkirî ne, desteser dikin û bi rêya firoşgehan difiroşin.
Raporên berê yên ji Afrinpostê re hatine, teqez dikin ku Kurdên li herêmê bi hinceta ku ew li herêmê niştecih in, ji alîkariyê bêpar dimînin û tenê li ser niştedagîran bi hinceta ku ew koçber in, tên belavkirin.
Her wiha di çarçoveya nexweşiya vîrûsa Koronayê de jî, hinek çavkaniyan ji Afrînpostê re ragihandin ku rêxistinekê nexwest navê xwe bibêje, amûrên venêrîna vîrûs anîn herêmê da ku li rewşa şêniyan venêre lê belê ji ber tevliheviya ku milîsên Îslamî pêk anîne, xwe ji Efrînê vekişandin.