Afrinpost-Taybet
Meclisên ku dagirkeriya Tirkî li Efrînê ava kirine, di çarçoveya rewakirina hebûna dagirkeriyê de, berdewam in. Meclis piştgiriya niştedagîran dikin, rewatiyê bi talîmetên istixbarata Tirkî yên bi armanca guhertina demografîk didin zagona daristanê ya ku milîsên Îslamî li herêmê sepandiye û rastiya dagirkeriyê dipeytînin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku ya bi navê “Ofîsa Hawarçûnê” ya meclisa navxweyî ya Efrînê, bi mebest li ser erdên koçberên Efrînî projeyên çandiniyê ji niştedagîran re pêk anîn.
Nûçegihan da zanîn ku ya bi navê “Ofîsa Hawarçûnê” semad û şitilan dide niştedagîrên li gundê Istêr , deştên gundên Qestel Kişik û Cûmkê.
Nûçegihan diyar kir ku erdên desteserkirî û alîkariya ku dê were dayîn wiha ne;
- Erdê welatiyê Kurd ê koçber Îbrahîm Ebû Rojhilat ji şêniyên gundê Istêr
- Erdê welatiyê Kurd ê bi navê Nebî Ebû Mihemed ku li nêzî stasyona tirênê ye û erdên ku li cem kenalên gundê Istêr
Her wiha erdên li cem girê Qestel Kişk hatine desteserkirin jê erdên welatiyê Şêxmûs Şêx Nasan û erdên din li nêzîkî gundê Cûmkê jê erdên Bêt Şêx Selîm li çerxerêya gund.
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê diyar kir ku projeya piştgir ji niştedagîran re û ya bi armanca niştedagîriyê dê li heman navçeyê were pêkanîn. Li gorî nûçegihan komeke erdan ji bo pêkanîna projeyê li destpêka rêya Cindirêsê hatin desteserkirin. Ji wan hinek erd ên malbata Xûbarî bûn.
.