Ji ber topbarana li ser Şehbayê koçberekî Efrînî birîndar bû û leşkerekî rêjîma Sûrî jiyan xwe ji dest da

Afrinpost

Artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn sibeha roja Înê gundên navçeya Şêrawayê û herêmên Şehbayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de sivîlek birîndar bû û leşkerekî rejîma Sûrî jiyana xwe ji dest da.

Artêşa dagirkeriyê û milîsên wê gelek gund li navçeya Şêrawayê  wek gundê Aqîbê, Bênê, Suxonek, Keştear, dorhêla kampa Şehbayê, navçeya Til Rifetê û gundê Şêx Hîlal li Şehbayê bi top û çekên giran topbaran kirin.

Sivîlê bi navê Mehmûd Seyêd Seydo 49 salî ye, di milê xwe de birîndar bû û şêniyan ew ji bo dermankirinê rasterast birin nêzîktirîn xaleke tenduristiyê li herêmê. Ew ji şêniyên gundê Qitmê yê navçeya Şera ya gundewarê Efrînê ye, ji ber dagirkeriya Tirkî koçberî gundê Aqîbê bû û niha li wir dimîne.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê gundên navçeya Şêrawayê û herêmên Şehbayê di demeke ku vîrûsa Koronayê li tevahiya cîhanêû belav bûye û metirsiyê li ser jiyana mirovan çêdike, topbaran dike.

Related posts