Afrinpost
Navgînên ragihandinê yên Tirkî hinek dîmen nîşan dan ku dagirkeriyê tenê ala xwe li ser çiyayê Gir daniye. Çiyayê Gir weke bilindtirîn çiya li gundewarê Efrînê li navçeya Bilbilê dikeve, tê naskirin û bi navê çiyayê mezin jî ku bilindahiya wê ji rûyê deryayê digihêje 1269 M naskirî ye.
Piştî dagirkirina Efrînê 18’ê Adara 2018’an, milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” a Ixwan Mislimîn ku piraniya çekdarên wê Tirkmen in, li şûna wêneyê berê, wêneyê Erdogan û li piştî wê ala Tirkiyê û milîsên Îslamî danîbûn, lê belê li gorî dîmenên dawîn tenê ala Tirkiyê li ser wî girî xuya ye.
Serokê şaredariya Sîlîvrî Volkan Yilmaz roja Pêncşemê 9’ê Nîsanê, li ser hesabê xwe yê twitterê wêneyên ala Tirkiyê li ser çiyayê Gir(Darmiq) li gundewarê Efrînê yê bakur belav kirin.
Yilmaz wêne rave kirin û got ku hinek leşkeran di dabînkirina boyaxê ji bo boyaxkirina ala Tirkî li ser wênyê Abdullah Öcalan alîkarî xwestin, me bi rêya kesekî li ayaleta Gazî Entab radestî leşkeran kir û wiha dewam kir; prosesa(pêvajo) boyaxkirinê 45 rojan dirêj kir û hêvî kir ku ala Tirkî heyanî demeke nediyar li ser çiya bimîne û wiha got: “Dema ala ma tê hildan, ne pêkan e ku careke din were danîn. ”
Beriya dagirkeriya Tirkî wêneyê birêz Abdullah Öcalan damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li ser çiyayê Gir hatibû xêzkirin, lê belê balafirên dagirkeriya Tirkî di nava êrîşên xwe de topbaran kir û rûxand.