Sermilîsekî “Elhemze” li taxa Mehmûdiyê êrîşî niştedagîrekî kir

Afrinpost-Taybet

Ji ber cudabûnên wan ê herêmkî car caran di navbera çekdarên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û niştedagîran de şer û pevçûn derdikevin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku li vê dawiyê sermilîsekî “Firqeya Elhemze”  piştî ku heqê xwarinê ji niştedagîrekî biribû piştre lê da.

Nûçegihan diyar kir ku sermilîsê bi navê “Ebû Hemze” li taxa Mehmûdiyê êrîşî niştedagîrê bi navê “Ebdo Elqit” kir û ew qewtind. Niştedagîr di merasîma sersaxiya çekdarekî milîsan ku li Lîbya hatibû kuştin de xwarineke goşt amadekiribû, sermilîs heqê xwarinê nedayê û bi ser de li wî da.

Nûçegihan destnîşan kirk u niştedagîr li ser rêya Cindirêsê 2 firoşgehên vekirine ku yek a amadekirina xwarinên bi goşt e û ya din jî ya çêkirina nan e. Li gorî agahiyan lêçûnên xwarinê gihîşt milyonek û 800 hezar lîreyên Sûrî.

Related posts