Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn her wiha xwediyên wan desteserkirina mal û milkên sivîlên Kurd li Efrînê bi darê zorê û neçariyê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrên ji Xûtayê li gundewarê Şamê li cihên ku ji aliyê şaredariyê ve wek baxçe hatibûn veqetandin, dikanan(berakî) ava dikin û destnîşan kir ku sotmeniyê tê de difiroşin. Şaredarî û meclisên ku dagirkriya Tirkî li Efrînê ava kirine li hemberî wan bê deng in.
Nûçegihan diyar kir ku erdê hatiye desteserkirin li herêma nêzîkî sûka Çarşemê ya taxa Eşrefiyê dikeve. Sermilîsê “Elmutesim” ê bi navê “Ebû Hekîm” mala koçberekî Kurd bi navê Reşîd Mihemed ji şêniyên bajarokê Bilibilê ye, desteser kir û bi 1000$ firot. Nûçegihan destnîşan kir ku mala “Ebû Hekîm” li herêm Qos li têketina rojhilat a bajarê Efrînê ye.
Ev bûyer ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawîn e ku beriya wê bi sedan ji malên şêniyên Efrînê yên li herêmê mane, li pêşiya wan hatine desteserkirin û bêyî ku karibin xwedî li mafê xwe derkevin. Milîsên Îslamî li gelek gundan rê li pêşiya vegera welatiyên kurd ji xanî, milk û malên xwe re bi hinceta ku bûne navendên leşkerî yên milîsan an jî niştedagîr tê de bi cî bûne, girtin.